Rûsya xaza diçe Hollandayê dibire

Rûsya xaza diçe Hollandayê dibire

Dewleta Rûsyayê bi sedema ku di şerê Rûsya û Ûkraynayê de Polonya, Bûlgarîstan û Fînlandiya destekê dabûn Ûkraynayê xaza wan birîbû û niha dora Hollanda ye. Hem Rûsya ji wan xwestibû ku perê xazê bi Rûble bidin û dewletên navborî qebûl nekiribûn. Niha dewleta Hollandayê qebûl nake ku perê xaza Rûsyayê bi Rûble bide û wê Rûsya xazê ji serê bibire.

Şîrketa Hollandî ya bi navê Gas Terra red kir ku pere bi Rûble bide şîrketa Rûsyayê Gazpromê û Gazpromê ragihand ku wê di 31 ê gulana 2022 an de xaza Hollandayê bibire. GasTerra bibîr xist ku di biryarnameya navbera welatên Awrûpa û Rûsyayê de xal heye ku di ser Gazprombankê de hesabê Ewro û Rûble veke û kîjan pere bixwazin bi wan pereyan perê xaza Rûsyayê bidin.

Peymana navbera Hollanda û Rûsyayê heya roja 1 ê cotmeha pêşiya me ye û eger xaz neçe Hollandayê, ev tê vateya ku wê 2 mîlyar m3 xaz neçe Hollandayê.

Niha Hollanda nikare bêje bê wê xaza di destê wan de çiqas diberxwe bide û karibin îdare bikin.

Pustên heman beş