Balafirên Tirkiyê peyam bo çekdarên PKKê avêtin

Balafirên Tirkiyê peyam bo çekdarên PKKê avêtin

Balafirên Tirkiyê hinek peyam ji boy çekdarên rêxistina PKKê avêtine û jê xwestine ku refên rêxistinê bi cî bihêlin.

Li gorî hinek dokyomenta ku bi dest kenala K24 ketine, balafirên Tirkiyê li gundên binara Qendîlê li sînorê qeza Pişderê, hinek peyam ji boy çekdarên PKKê avêtine û tê de xwestîye refên rêxistinê bi cî bihêlin û xwe nedin kuştin.

Hinek ji van peyamên dewleta Tirkiyê ketine destê hinek ji şêniyên gundên sînorê Qendîlê ku hinek xal tê de hatine nivîsandin, weke hewlekê bo çêkirina baweriyê ji boy çekdarên PKKê ku rêzên rêxistinê bi cî bihêlin û xwe feda nekin.

Beşek ji gundên binara Qendîlê li sînorê qezayên Pişder û Rewandizê bi sedema hebûna çekdarên PKKê çendîn caran hatine bordoman kirin û zirarên canî û maddî bi gundîyan ketine.

Pustên heman beş