PKK, çavdêriyê dixe ser hejmarek rojnamevan û endamên xwe yên li Silêmanî

PKK, çavdêriyê dixe ser hejmarek rojnamevan û endamên xwe yên li Silêmanî

Hejmarek endamên PKKê, li gel çend rojnamevanekî wê partiyê yên li sînorê Silêmaniyê, di bin gefa PKKê de ne û beşek ji wan reviyane û beşek ji wan jî dest ji karê ragehandina PKKê berdane.

Li gor zanyariyên BasNewsê Şîrketa Ç. Ku ser bi PKKê ye û ji aliyê kesekî ve tê birêve birin û lînka pêwendiyên Qendîl û Silêmaniyê ye. Ew şîrket karê dabîn kirina çavkaniyên darayî ji bo website (malper) û televîzyon û radyoyên PKKê li Silêmaniyê dike. Herwaha rênmayiyan dide saziyên PKKê ku çawa êrîş bikin ser pêkhateya siyasî ya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêm û PDKê. Ew sazî jî waha ne: Sterk TV. Jin Tv. Rojnews, Ajansa Firat News, Hawar News, Ronahî Tv baskê Silêmaniyê, Arya Tv, Gerîla Tv. Û herwaha gelek saziyên din.

Di çend mehên borî de 3 rojnamevanên wan saziyan dest ji kar berdane û li gor zanyariyên BasNewsê hejmarek din a rojnamevanan jî dixwazin dest ji kar berdin. Sedem jî ji ber tirsa çavdêrî û gefxwarinên PKKê yên li ser wan e.

Li gor zanyariyên BasNewsê beşek ji wan kesên ku dest ji çapemeniya PKKê berdidin, gef li wan tê xwarin û beşek endamên nav PKKê de jî di bin metirsiyê de ne. Derveyî wê jî di demên borî de bi hezaran ciwanên kurd ên li gel PKKê kar kirine, di çarçoveya paqijkirina navxwe ya partiyê de hatine kuştin.

Vê derbarê de nivîskar û xwediyê teza taybet li ser fikra PKKê Hamîd Gewherî ji BasNewsê re ragehand: ‘’Ez agahdarim hejmarek kesên PKKê li Silêmaniyê ji aliyê PKKê ve di bin metirsiyê de ne. Paqij kirina endaman piştî kongreya PKKê destpê kir û beşek ji wan kesên ku bi navê şehîd tên ragehandin, xwedê girawî di şerê li gel Tirkiyê de hatine kuştin ew kes in ku navên wan tên belav kirin. Di heyama borî de endamekî PKKê li Silêmaniyê ve birine û piştre jî kuştine, beşek ji wan endamên li Silêmaniyê jî diyar namînin, wan dibin Qendîlê û li wê derê tên kuştin. Ji ber wê jî ez daxwazê ji xelkê rewşenbîr ê Silêmaniyê dikim agahdarê vê metirsiyê bin.’’

Herwaha got: ‘’Di dema borî de endamekî PKKê yê bi navê Kanî Yilmaz li Silêmaniyê ku cuda bibû li gel Osman Ocalan, bi destê PKKê hat kuştin. Kesekî din jî name ji bo min şand ku ji aliyê PKKê ve hatiye girtin û dibêje ez xistim şikeftekî li Qendîlê û 6 mehan ez di wê şikeftê de hiştim.’’

Pustên heman beş