PKKe ji zêdebûna radestbûna Gerîla ditirse

pkk-radestbun-turkey-kurd-kurdistan

Di nava ciwanên Kurdên şervanên PKKê û yên din de, yên ku rastiya armancên veşartî yên rêxistina PKKê û dijimnatîya wê ji boy Kurd û Kurdistanê fêm kirine, zincîreya xweradestkirinê didome.

Duh roja sêşemiyê 31\5\2022ê wezareta navxwe ya Tirkiyê ragihand ku bi rêya îqnakirinê, 3 çekdarên rêxistina PKKê xwe radestî hêzên ewlehiyê kirin.

Destnîşan kir, her sê çekdar di salên 2014 û 2015 de tevlî refên rêxistinê bûne û beşdarî çalakiyên wê li Rojavayê Kurdistanê – Kurdistana Sûryê û Herêma Kurdistanê bûne.

Wezareta karên navxwe ya Tirkiyê dibêje: Bi vî awayî hejmara kesên ku ji refên rêxistinê ji xelkê Kurdistana Tirkiyê veqetiyan û xwe radestî dewleta Tirkiyê kirine, ji destpêka vê salê heta niha gihîşte nêzîkî 40 Gerîlayan.

Pustên heman beş