Amerîkayê nîgeraniya xwe li hember niyeta Tirkiyê ragihand

Amerîkayê nîgeraniya xwe li hember niyeta Tirkiyê ragihand

Wezareta Derve ya Amerîkayê nîgeraniya xwe ji zêdebûna çalakiyên serbazî yên Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê ragihand û daxwaz kir ku agirbest neyê xerakirin.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price di civîneke çapemeniyê de li ser plana Tirkiyê ya ji bo encamdana operasyoneke din a serbazî li Rojavayê Kurdistanê got: “Em ji zêdebûna çalakiyên serbazî yên li bakurê Sûriyê nîgeran in û em piştevaniya parastina agirbestê dikin”.

Hefteya borî Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand, di demeke nêz de li Rojavayê Kurdistanê dest bi operasyoneke din a serbazî dikin bi kûrahiya 30 kîlometre.

Pustên heman beş