Pêtrî 100 çekdarên Ereb çekên xwe avêtin û dev ji PKK’ê berda

Pêtrî 100 çekdarên Ereb çekên xwe avêtin û dev ji komên girêdayî PKK’ê berda

Rêxistina PKK’ê bi sedan terorîst û kevne çekdarên DAIŞê di refên xwe û komên girêdaî xwe de li Şengalê erkdar kirine, şerê nîsana îsal yê li nêvbera artêşa Îraqê û YBŞ’ê de, ev yêk îfşa kir.

Di şerê Nîsana îsal de ku li nêvbera arteşa Îraqê û çekdarên “Êzîdxanê û yekîneyên berxwedana Şengalê YBŞ’ê ” yên girêdaî PKK’ê de destpêkiribû, bi sedan çekdarên Ereb çekên xwe avêtin û şerê artêşa Îraqê nekirin.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, li roja 24 Nîsana îsal 2022ê ku li wê demê artêşa Îraqê ji boy derxistina PKK’ê û komên girêdaî wê bi ser Şengalê û derdûra wê de girt bû, pêtrî 100 çekdarên Ereb yên ser bi rêxistina PKK’ê ve, çekên xwe avêtin û razî nebûn şerê artêşa Îraqê bikin.

Li gorî agahiyên destê me, kesê bi navî “Sîdar Qamişlo – 33 sal” ku ji Rojava Kurdistanê ye û berpirsê beşa teknîkî ya lîwaya “Mahir Al-Teyawî” ye ku baregeha wê lîwayê li navçeya “Um Zîban” û baregeha fewcê li navçeya “Benî Sebe” ya girêdaî Şengalê ye, li 24 Nîsanê çekdarên Ereb yên di komên çekdar yên rêxistinê de agehdar kirin ku kî ji wan naxwaze şerê artêşa Îraqê bike, dikare dev ji refên rêxistinê berde, lê divê çeka xwe deyne û paşan here malê.

Paş vê agahdariyê, pêtrî 100 çekdarên Ereb çekên xwe avêtin û dev ji komên girêdayî PKK’ê yên weke YBŞ’ê û Êzîdxanê  berdan.

Çavkaniyên me herweha eşkere kirin bi tenê kevne çekdar û terorîstên DAIŞê û her wiha çekdarên ku ji hêla dadgehên Îraqê ve bi sûça terorê daxwaz krî, di rêzên komên çekdar yên PKK’ê de li Şengalê man, û ew amadene li dijî artêşa Îraqê şer bikin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî yên Şengalê hatine bi dest xistin, rêxistina PKK’ê bi sedan terorîstên DAIŞê di rêzên xwe de erkdar kirine û her çi karekî qirêjê li dijî Kurd û Kurdistanê heye bi wan dide encam dayîn.

Pustên heman beş