Seid Elçî di dilê me de dijî….

Seid Elçî di dilê me de dijî….

Sekreterê giştî yê Partiya Demokrata Kurdistan a Tirkiye (PDKT) Seid Elçî rojek wek îro,  ji berî niha 51 salî encama komployek tarî ji aliyê Dr.Şivan û hevalên wî ve hate şehîd kirin.

Elçî 1ê Hezîrana 1971ê li başûrê Kurdistanê bi awayek hovana hate qetil kirin.

Dema Elçî hatî şehîd kirin gotina xwe ya dawî dibêje: “Dema ez ketim ser vê rêyê min dizanî ezê rojekî werim kuştin, lê tu cara min texmîn nedikir ku dê kuştina min destê kurde kî be.“

Gelek gotar û dîtinên cuda li ser şehidkirina Seid Elçî û hevalê wî Mihemedê Begê hatin nivîsandin û gotin.

Lê mixabin gelek caran jî hinek kesan Şehîd kirina Elçî ji bo xwe kirin wek zeminek siyasî û berjewendiyên xwe destve anin. Gelek vekirîye dema mirov şehîd kirina Seid Elçî û hevalê wî de behsa hinek navan neke yan jî hinek tişta nebêje, dîrok cardin rastiya heyî dertêxwe holê.

Bûyerek diltezîn bû, bûyerek bû ku gerek nebûye. Lê nabe mirov vê bûyerê weşêre û bide aliyekî. Gerek ev bûyer awayek rasteqênî were gotin. Lê nabe tu cara ev bûyer bibe zemine hinek nakokiyên siyasî. Gerek Tevgera Azadixwaza Kurdistanê dersekî dîrokî ji vê bûyerê werbigire.

Seid Elçî mînaka welatparêziya Kurdan bû û herweha serwerê xeta netewî li bakurê Kurdistanê bû. Kesayetek fedakar û xebatkarek dilpakij û çalak bû.

Eger îro li bakurê Kurdistanê hêja tovên xetek netewî û Kurdistanî hebe encama xebata Seîd Elçî ye.

Seîd Elçî di her tim wek rêberê xeta netewî li bakurê Kurdistanê dê di dilê me de bijî û xebata û siyaseta wî ji bo me ronahiyekî ye.

Em Seid Elçî û hemû şehîdên reya netewî bi rêzdarî bîrtînin.

Pustên heman beş