PKKê helîkoptereka din bi eynî rêk êxist!!

pkk-turkey-helicopter

Rêxistina PKKê, îro êxistina balafireka din ya artêşa Tirkiyê li Herêma Kurdistanê ragihand, bi vê yekê ev dibe balafira 19 ê ku bi eynî rêkê bi “Photo shope” ê ji hêla PKKê ve ji 17 nîsanê ve tê êxistin.

Medyaya PKKê, îro roja pêncşemî 2\6\2022ê, êxistina helîkoptereka din ya artêşa Tirkiyê li çiyayê Metîna yê Herêma Kurdistanê ragihand û gotîye ku HPGe baskê leşkerî yê rêxistinê dê daxuyanîyekê derbarê vê çalakiyê parve bike.

Li gorî agahiyên ku medyaya fermî ya PKKê parvekirine, ji 17 nîsanê û destpêkirina êrîşa dewleta dagîrker ya bi navê “Pence – Kilît”, rêxistina PKKê herî kêm 19 balafirên helîkopter êxistine û derb dane!.

Rêxistina PKKê tevî ku her du rojan carekê dibêje me ewqas esker kuştine û ew qas helîkopter derb dane û êxistine, lê belê heya niha dîmenên êxistina yek ji wan jî parvenekirîye, belku eynî wêne ku bi “Photo shope” ê hatîye çêkirin ji boy hemû wan helîkopteran bi karanîye yên ku ew îdîa dike ku ji 17 nîsanê ve êxistine.

Çavkaniyên li herêmên gerîlayan jî li Başûrê Kurdistanê eşkere kirine ku ji 17 nîsanê ve wan şop û dokela ketina tu helîkopteran li herêmê nedîtîye û destnîşan kirin ku PKKe van agahîyan weke derewên rojane parvedike.

Pustên heman beş