Mîta Tirkiyê rayedarekî din ê PKK’ê li Silêmaniyê kuşt

Mîta Tirkiyê rayedarekî din ê PKK’ê li Silêmaniyê kuşt

Îstixbarata Tirkiyê “Mîtê” di operasyona li Silêmaniyê encam day da “Mihemed Dogan” ku yek ji Rêvebirên PKK’ê ye, kuşt.

Li gor agahiyên taybet yên pêgeha Darka Mazî, ev kadroyê PKK’ê di êrîşa balefirên bê pîlot yên Tirkiyê, ku li 21/5/2022an de li Çemçemalê hatibû kirin de, hatiye kuştin.

Mihemed Dogan berpirsê eniya Kerkûkê yê PKK’ê bû, ew bi kod navê “Dilxwaz Gabar” di nava refên PKK’ê de dihat naskirin û li sala 1991an tevlî refên PKK’ê bûbû.

Tevî vê yekê ku kuştina vî berpirsê PKK’ê ji aliyê saziyên medyayî ve hatiye tekez kirin jî, lê heya niha PKK’ê ti daxuyaniyek di vê derbarê de parve nekiriye.

Bi awayek giştî rêxistina PKK’ê kuştina rayedarên xwe zû bi zû eşkere nake, hin caran piştî derbasbûna çendîn sala ji nû tê û kuştina wan di medyaya xwe de îlan dike û wan weke lehengên Ocalan bi nav dike.

Pustên heman beş