Îro pêncşemê leşkirê Tirkiyê gundê Ravîna û gundê Guherzê yên ser bi navçeya Amêdîyê li Herêma Kurdistanê bombebaran kir.
Li gor agahiyên taybet yên pêgeha Darka Mazî, leşkirê Tirkiyê 10 top li saet 15:25 li aqarê gundê Ravîna dane û ti ziyanên canî çênebûne, lê tiris di nav xelkê da çêkiriye, ev top ji aliyê artêşa Tirkiyê ve ji nuqteyên leşkerîyên li ser sînor hatine avêtin û li bax û zeviyên gundiyan ketine.
Her wiha ji aliyê din balefirên şer yên Tirkiyê bilindahiyên çiyayê Metîna li hindavî gundê Guherzê jî bombebaran kir.