Jan Dost: PKKê Rojava kiriye qurbana siyaseta xwe ya wêranker

Jan Dost: PKKê Rojava kiriye qurbana siyaseta xwe ya wêranker

Nivîskar û romannivîsê Kurd Jan Dost tekez dike, “PKKê Rojava kiriye qurbana siyaseta xwe ya wêranker û dixwaze li Başûrê Kurdistanê jî wiha bike.”

Nivîskar Jan Dost li hejmara xwe ya taybet a tora civakî “Twitter” nivîsî: “PKKê Rojava kire qurbana siyaseta xwe ya wêranker. Li Başûrê Kurdistanê jî dixwest wisa bikin, lê Pêşmerge hebûn/hene.”

Jan Dost di beşeke din a twîtta xwe de Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî bi kesekî “cahil” bi nav kir û got: “Niha barebara Mezlûm Ebdî ye bangî rejîma Sûriyê dike ku “sînorên xwe” biparêze. Tu birayê xwe bikî dijmin ji xwe tê hewara xwe bigihînî dijmin hey cahil.”

Ev di demekê de ye, di heyama borî de Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan gefa destpêkirina operasyonekê li Rojavayê Kurdistanê dixwe û dibêje, ew ê herêmeke ewle bi kûrahiya 30 kîlometroyan ava bike.

Di wê derbarê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî di hevpeyvîneke telefizyonî de bang li hikûmeta Sûriyê kir ku li hember gefên Tirkiyê, sînorên welatê xwe biparêze.

Pustên heman beş