Çekdarên PKKê Pêşmergeyek ji Şingalê revand

Çekdarên PKKê Pêşmergeyek ji Şingalê revand

Li nahiya Gurezêr a ser bi Şingalê ve, hejmarek ji çekdarên PKKê Pêşmergeyek ji nava mala wî revand.

Li gorî K24ê çekdarên PKKê bi 3 otomobîlan bi ser mala Pêşmerge Xalid Reşo Berekat a li nahiya Giruzêr ve girtin û ew revand û heta niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Malbata wî Pêşmergeyî ji K24ê re tekez kir, wan 24 demjimêr molet dane çekdarên PKKê, ji bo Xalid azad bikin, eger na, dê helwesteke wan a din hebe.

Pustên heman beş