PKKê careke din li dehola şer li dijî Pêşmege xist

PKKê careke din li dehola şer li dijî Pêşmege xist Rêxistina PKKê careke din êrîşa hêzên Pêşmergehan kir û li navçeya Kanî Masê bi çekên giran li nuqteyeka Pêşmergehan xist. Li gorî agahiyên destê me, êvara duh roja yekşemî 5\6\2022ê çekdarên rêxistina PKKê li çiyayê Gamnêrkê grêdayî nahya Kanî Masê, bi çekên giran li nuqteyeka hêzên Pêşmergehan xistîye, weke hewleke îstifzazî ji boy têkdana ewlehîya navçeyê. Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, tu zirarên canî bi hêzên Pêşmergehan neketine. Ev êrîşa çekdarên PKKê hemwexta revandina Pêşmergehekî din tê ku her duh çekdarên rêxistinê bi terzê terorîstan li navçeya Gir Izêr a Şengalê bi ser mala wî de giritbû û ew ji malê revanidbû. Rêxistina PKKê her li navbera çend mehan êrîşan dibe ser hêza Pêşmergehan weke hewlekê ji boy têkdana ewlehîya navçeyê, li du salên dawî herî kêm 13 Pêşmerge ji hêla PKKê ve hatine şehîd kirin.

Rêxistina PKKê careke din êrîşa hêzên Pêşmergehan kir û li navçeya Kanî Masê bi çekên giran li nuqteyeka Pêşmergehan xist.

Li gorî agahiyên destê me, êvara duh roja yekşemî 5\6\2022ê çekdarên rêxistina PKKê li çiyayê Gamnêrkê grêdayî nahya Kanî Masê, bi çekên giran li nuqteyeka hêzên Pêşmergehan xistîye, weke hewleke îstifzazî ji boy têkdana ewlehîya navçeyê.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, tu zirarên canî bi hêzên Pêşmergehan neketine.

Ev êrîşa çekdarên PKKê hemwexta revandina Pêşmergehekî din tê ku her duh çekdarên rêxistinê bi terzê terorîstan li navçeya Gir Izêr a Şengalê bi ser mala wî de giritbû û ew ji malê revanidbû.

Rêxistina PKKê her li navbera çend mehan êrîşan dibe ser hêza Pêşmergehan weke hewlekê ji boy têkdana ewlehîya navçeyê, li du salên dawî herî kêm 13 Pêşmerge ji hêla PKKê ve hatine şehîd kirin.

Pustên heman beş