Nakokiyên dijwar di nêvbera hevserokên Tevgera Azadî û Cemîl Bayîk de derketine

Tevgera Azadî û Cemîl Bayîk -tara hisen-mihemed ebdulla

Hevserokên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê “Tevgera Azadî” li du mehên dawî rastî hemleyeka dijwar a êrîş û rexneyan ji hêla kadiroyên PKKê ve hatin, piştî ku nakokî li nêvbera wan û Cemîl Bayîk de derketîn.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” eşkere kir, li ahenga Newroza îsal 2022 ya rêxistinên PKKê ku li binara Qendîlê hatbû lidarxistin, “Mihemed Ebdulla û Tara Hisên” yên hevserokên Tevgera Azadî ya ser bi PKKê ve, li wir amade bûn.

Çavkaniyên me destnîşan kir, di merasîma ahengê de û wexta peyama dengî ya Cemîl Bayîk hevserokê KCKê hatîye lîxistin ku teybet bû bi pîrozkirina Newrozê, hevserokên Tevgera Azadî Mihemed Ebdulla û Tara Hisên, guhdarîya gotarê nekirin û heya gotar bi dawî bûy, ew mijûlî wêne girtinê bûn.

Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” her wiha diyar kirine, bi sedemê vê reftarê hevserokên Tevgera Azadî jihêla rêveberî û kadiroyên PKKê bi teybet kadiroyên Bakur rastî hemleyeka dijwar ya êrîş û rexneyan hatine.

Li gorî agahiyên teybet yên pêgeha “Darka Mazî”, hevserokên Tevgera Azadî ev yêk bi zanebûn encam dane û wan bi enqesd guhdarîya Cemîl Bayîk nekirine, ji ber ku ew li dijî biryara Cemîl Bayîk ya derbarê hilbijartinên Parlmentoya Îraqê bûn ku li wê demê telîmat ji rêxistinên PKKê re şandbûn dengî bi lîsta YNKê bidin.

PKKe salane ahenga Newrozê ji boy rêxistinên xwe li binara Qendîlî saz dike, her salê hejmareke herî zêde ya kadiro û rêxistinên PKKê beşdardibin, lê di ahenga îsal 2022 ê de, hejmareke herî kêm beşdarbûn û ev yêk bû sedem ku rêveberîya PKKê û kadiroyên wê, êrîş û rexneyên dijwar li hevserokên Tevgera Azadî bikin.

Pustên heman beş