Kurdên Xorasanê: PKKe şebekeke mafia û revandinêye

Rûpela kurdên Xorasanê di medyaya civakî ya Facebookê de daxuyaniyek parve kiriye û têde eşkere kiriye, PKKe bi rêya grûpeke bi gumana bi navê PJAKê dixwaze ciwanên kurd bixapîne û wan ji bo berjewendiyên xwe çekdar bike.

Kurdên Xorasanê ev daxuyanî ji rûpela Darka Mazî re jî şandiye.

Daxuyaniya kurdên Xorasanê bi vî awa ye:

Ji raya giştî re, hevalên hêja

Me gelek caran diyar kiriye ku armanca me xizmetkirina çand, kiltûr û zimanê kurdên Xorasanêye.

Mixabin ev demeke grûpeka bi gumana bi navê PJAK a ser bi PKKê ve bi rêya medyaya civakî bi ciwanên me re pêwendî dike da ku beşdarî wê komê bibin û wan bixin şerê Sûriyê û wan bikujin da ku bigihin armancên xweyên xerab li herêmê.

Em bang li gelê herêmê bi taybet ciwanên lehengên kurd dikin ku bi dirûşmeyên pûçên vê komê nexapin.

Ji bo me şerefe ku em li hemû cîhanê xizmeta gelê xweyê Kurd ê ezîz bikin.

Lê tu eleqeya vê komê bi kurd bûnê ve nîne, şebekeke mafia û revandinêye ku ji aliyê dijmnên gelê kurd ve hatiye çêkirin û pilankirin.

Li ser navê kurdên dilovanên Xorasanê

Pustên heman beş