Îranê îsal heta niha 168 kes darve kirine

Îranê îsal heta niha 168 kes darve kirine

Îranê di pênc mehên yekem ên îsal de herî kêm 168 kes darve kirine ku sala bihurî di heman demê de 110 kes darvekiribû.

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê ku navenda wê li Oslo ya Norwêcê ye diyar kir, rayedarên Îranê di 5 mehên destpêkê yên sala 2022an de herî kêm 168 kes darve kirine. Di raporê de hat ragihandin ku girtiyên Belûç ji sedî 25ê darvekirinên îsal pêk tînin.

Her wiha diyar kir ku piraniya kesên ku hatine darvekirin ji çîna jêr a civakê ne û  wiha got: “Darvekirin amûra herî girîng a siyasî ya hikûmetê ye ji bo tepisandin û tirsandina civakê”.

Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê ku navenda wê li Parîs a Fransayê ye, ragihand, Îranê roja Çarşemê cezayê darvekirinê li 8 girtiyan bi tohmeta diziyê birî, piştî ku cezayê wan yê berê qutkirina çar tiliyên destên wan ên rastê hat dayîn.

Îran yek ji mezintirîn cîbicîkirina cezaya darvekirinê ye li cîhanê, her wiha rêjeya darvekirinê bi taybetî ji dema ku Serokkomar Îbrahîm Reîsî di Tebaxa 2021an de dest bi kar kir, zêdetir bûye.

Pustên heman beş