Balafirên Tirkiyê bazarek li Qamişlo bombebaran kir

Balafirên Tirkiyê bazarek li Qamişlo bombebaran kir

Balafireka bêmirov ya dewleta Tirkiyê îro bazarekê fêkî û keskatîyan li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê bombebaran kir û zirar derketine.

Li gorî agahiyên hatine bidestixistn, îro roja pêncşemî 9\6\2022 ê balafireka bêmirov ya dewleta Tirk ya dagîrker, bazarek li nêzî goristana bi navê şehîd delîl sarûxan ya li taxa meyselon ya rojihlatê Qamişlo bomberan kir.

Di encama bombebaranê de, kesek birîndar bûye û zirarên madî çêbûne.

Êrîşa îro ya ser Qamişlo, hemwexta gefxwarnên Tirkiyê tên ku gotîye ew dê dest bi operasyoneka nû li bakurê rojhilata Sûriyê ket ji bo çêkirina herêmeka ewlehiyê bi kûrahîya 30 km.

Pustên heman beş