Careke din PKKê li Kanî Masê êrîşî xaleke Pêşmerge kir

Li derdora nahiya Kanî Masê ya li navçeya Amêdî ya ser bi parêzgeha Duhokê, çekdarên PKKê bi çekên RPG êrîşî xaleke hêzên Pêşmerge kir.

Çavkaniyekî ku nexwest navê wî were eşkerekirin, ji Kurdistan24ê re ragihand; îro danê êvarê di demjimêr 16:50 de, çekdarên PKKê êrîşî xaleke Pêşmerge kir.

Herwiha ragihand, êrîş bi rêya çekên RPG hatiye kirin, lê belê ziyan negihîştiye canê ti kesî.

Ji ber alozî û pevçûnên navbera PKK û artêşa Tirkiyê li deverên sînorî, heta niha bi dehan gund hatine valakirin û ji bilî ziyanên canî, zirar û ziyaneke mezin gihiştiye welatiyên deverê.

Pustên heman beş