Artêşa Tirkiyê li Mûşê operasyoneke nû da destpêkirin

pkk-Mûşê -operasyon

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê ragihand ku hêzên wan li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê operasyoneke nû ya bi navê “Abluka-16 (Dorpêç-16)” dane destpêkirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê, îro Yekşemê 12ê Hezîrana 2022ê li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê bi navê “Abluka-16 (Dorpêç-16)” operasyoneke li dijî PKKê hatiye destpêkirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku hêzên taybet ên cendirme, polîs û komando jî di nav de 578 endamên artêşa Tirkiyê di vê operasyonê de cih digirin ku ji çend tîman pêk tên.

Li parêzgeha Muşê 28ê Gulana 2022ê jî operasyoneke bi heman navî “Abluka-13 (Dorpêç-13) hatibû destpêkirin û 565 endamên artêşa Tirkiyê di vê operasyonê de cih digirtin.

Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bidawîbûna qonaxa operasyonên heyama zivistanê ragihandibû û aşkere kiribû ku di demsala bihar û havînê de ew dê di bin navê “Dorpêç” de rêze operasyonên nû li deverên cuda yên Bakurê Kurdistanê li dijî PKKê bidin destpêkirin.

Pustên heman beş