Elî Ewnî bo Doran Kalkan: ‌Hûn dixwazin destên xwe yên qirêj li ser me paqij bikin

Elî Ewnî bo Doran Kalkan: ‌Hûn dixwazin destên xwe yên qirêj li ser me paqij bikin

Li şûna ku em bi PKKê re şer bikin, baştir e ku bi mezinên PKKê re û bi wan kesên ku rêbertiya PKKê kirine ku vî şerî ji Herêma Kurdistanê dûr bixin re danûstandinan bikin.”

Duran Kalkan ku yek ji serkirdeyên herî tundrew ên PKKê ye, çendîn tohmet li Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) kiriye, bêyî ku tu delîlan nîşan bide. Di bersivê de endamê serkirdayetiya PDKê Elî Ewnî bersiva Kalkan da û ragihand: “Bêguman bîreweriya Duran Kalkan gelek kurt e, PDK bi salan beriya PKK hatiye damezrandin. Beriya AKP hebe PDK hebû û di tekoşînê de bû û hindêk tişt bo kurd bi dest xistine, nimûneyên Duran Kalkan û hevalên wî yên serkirdayetîyê eger kurdayetuyê fêr bûbin, ew ji Barzanî û PDKê fêr bûne.”

Herwiha Elî Ewnî dibêje: “Ti niyeta me bi AKP’ê re nîne, lê em ji bo azadiya gelê kurd têdikoşin û me li Başûr hikûmetek ava kir û em hemû karekî dikin ji bo ku hikûmet bimîne û xwe biparêze û nebe problem ji bo welatên cîran. Yê ku ji bo vî welatî û wî welatî vê rolê dilîze û wan welatan dikişînê Herêma Kurdistanê PKK ye. Yê ku artêşa Tirk dikişîne nava xaka Kurdistanê PKK ye.”

Di berdewamiyê jî de Elî Ewnî dibêje:  “PKK bi xwe ne, beşek e ji hinek ji saziya Ergenekonê û dewleta  tirk in, hinek jî girêdayî navenda Remezanê ne, hinek ji wan mûçeyê Heşdî Şeibî ne û miriyên wan ên li Şengalê weke şehîdên Heşdî Şeibî hatine tomarkirin. Herçi qirêjiya wan hebe dixwazin li ser yên din, yanî dixwazin destên xwe yên qirêj li ser me paqij bikin.”

Li ser hewla PKKê bo şerekî navxweyî jî Elî Ewnî dibêje: ‘’Dixwazin me bixin nava şerê navxweyî, ne PDK, hikûmet û hemû Herêma Kurdistanê naxwazin ligel PKKê şer durist bibe. Em naxwazin ew nexşeya PKK û axayên wê dixwazin li Herêma Kurdistanê were cîbicîkirin.’’

Di berdewamiyê jî de Elî Ewnî ragihandiye: “Em di wê baweriyê de ne ku li şûna ku em bi PKKê re şer bikin, baştir e ku bi axayên PKKê û yên ku pêşengiya PKKê kirine re muzakere bikin, da ku ev şer ji herêmê dûr bikeve, bila paşve vegere.”

Pustên heman beş