Tirkiyê baregehekê PKKê li Sinûnê bombebaran kir

sinun-pkk-sinjar

Balafirên bê mirov yên artêşa Tirkiyê, îro baregehekê Yekîneyên Berxwedana Şengalê YBŞê ya grêdayî rêxistina PKKê, li Sinûnê ya navçeya Şengalê bombebaran kir.

Li gorî agahiyên ku pêgeha Dije Terorê ya Herêma Kurdistanê parvekirine, îro roja çarşemê15\6\2022 balafirên bê mirov yên dewleta Tirkiyê baregehekê YBŞê li navçeya Sinûnê bombebaran kirine, zirarên giyanî jî çêbûne.

Hat hîn bûn ku di encama êrîşê de, 6 kes hatine kuştin, lê belê nasnameya wan nehatîye eşkere kirin.

Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) ser bi PKKê ve û baregehên wê li çend navçeyên Şingalê hene û di dema borî de alozî di navbera wê û artêşa Iraqê de derketibû û bû sedema koçberbûna hejmareke mezin ya xelkê ber bi Duhokê ve.

Pustên heman beş