Bi dehan kes li nahiya Sinûnê ya Şingalê li dijî hebûna PKKê li wir kom bûn û daxwaz kirin PKK ji devera wan derkeve.
Qasekî beriya niha firokeyên Tirkiyê baregeha PKKê li nahiya Sinûnê ya Şingalê bordûman kirin.
Li gorî agahiyan, di wê êrişê de komek çekdar û berpirsên PKKê hatine kuştin û birîndar bûne. Ji bilî wê yekê, tirsek mezin ketiye nav xelkê Sinûnê.
Ji ber wê jî bi dehan kes li ber baregeha PKKê kom bûn û daxwaz kirin PKK ji devera wan derkeve.
Di wê kombûna nerazîbûnê de di navbera welatiyan û çekdarên PKKê de şer û alozî derket.