Çekdarên PKKê xwepêşandana Êzdîyan qebûl nekir û li wan xist

Weke karvedan li ser bordûmana îro ya li Sinûnê ku têde balafirên Tirkiyê baregeheka PKKê armanc girt û hejmarek sivîl bûn qurbanî, xelk li navenda Sinûnê li dijî hebûna çekdarên PKKê daket kolanan, lê wan çekdaran ku xwe weke asayîşa Êzîdxanê didin nasandin, li xelkê xistin û dijon bi wan dan.

Îro roja çarşemî 2022/6/15 balefirên Tirkiyê, baregeheka yekîneyên berxwedana Şengalê YBŞê, li Sinûnê bordoman kir, hejmareka sivîlan bûn qurbanî û hejmarek çekdarên PKKê jî hatin kuştin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, paş êrîşê û weke karvedan û nerazîbûn, xelkê Sinûnê daketin kolanan û çûn ser baregehê asayîşa Êzîdxanê û daxwaz ji wan kirin ku ji Sinûnê derkevin ji bo ku Tirkiye êrîş neke û canê xelkê parastî be.

Herweha destnîşan kir, çekdarên PKKê û asayîşa Êzîdxanê li şûna daxwazîya xelkê pêk bînin, êrîşî wan kirin û dijon bi wan dan, a herî balkêş jî ev bû ku Leşkirê Îraqê ketin tevgerê û xelk û asaiyşa Êzîdxanê li hev cuda kirin daku çekdarên Êzîdxanê zêdetir li xelkê nexin.

Ev ne cara yekemîne balafirên Tirkiyê baregehên çekdarên PKKê li sînorê şengalê armanc dikin, pêş niha jî çendîn caran baregehên PKKê li şengalê hatine bordûmankirin, ev yek jî bûye sedema ziyanên madî û canî ji boy xelkê şengalê.

 tevî ku xelkê şengalê, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê çendîn caran daxwaz ji PKKê kirine ji Şengalê derkevin daku behaneya êrîşê ji bo dewleta Tirkiyê nemîne, û êzdî bikarin vegerin ser warê xwe, lê belê çekdarên PKKê razî nabin û ji bo parastina berjewendiyên Partiya xwe li Şengalê mane, ev yek jî bûye sedema êrîşên berdewam yên balefirên bê mirov yên Tirkiyê.

Çekdarên PKKê piştî xiyaneta mezin ya 16 Cotmeha sala 2017an li piraniya navçeyên ser bi Şengalê bi cî bûne û baregehên xwe yên leşkirî di nava sivîlan de danîne, ev yek jî bûye sedema nerazîbûna xelkê, ji ber ku hebûna van baregehan di nava sivîlan de dibe hêncetek ji bo êrîşa dewleta Tirkiyê û ziyan gihandin bi xelkê sivîl.

Pustên heman beş