Li Êlihê zarokek di avê de xeniqî

Li Êlihê zarokek di avê de xeniqî

Li navçeya Hezo ya ser bi Êlîh a Bakurê Kurdistanê zarokekî 11 salî yê bi navê Emrulah li gel hevalên xwe dilîst, ket kanala avdaniyê û jiyana xwe ji dest da.

Li navçeya Hezo ya Êlihê nêzîkî gundê Karpuzlu, zarokê bi navê Emrulah Biçici yê 11 salî dema li gel hevalên xwe dilîst ket kanala avdaniyê û li gel hemû hewldanên hevalên wî yên rizgar kirinê jî nekarî ji avê derbikeve û piştî demekî ji çav winda bû.

Li ser agahdar kirinê tîmên tenduristiyê yên 112, cendirme û tîmên şaredariya Êlihê yên bin avê û tîmên rizgar kirinê geheştin cîhê bûyerê.

Piştî hewldanên 5 demjimêran termê wî zarokî 500 metre dûrî cîhê ketibû avê hate dîtin û ew ji Tiba Edlî ya Êlihê re hat veguhestin.

Pustên heman beş