Li Hewlêrê merasîma nasandina proseya dokomenteriya şoreşên Barzan birêve diçe

Li Hewlêrê merasîma nasandina proseya dokomenteriya şoreşên Barzan birêve diçe

Bi amadebûna Serok Barzanî, li Hewlêrê merasîma nasandina zincîreyek ji pirtûkên projeya documentary ya şoreşên Barzan li Hewlêrê birêve diçe.

Di merasîmê de, Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî, Seroka Parlamentoyê Rêwaz Fayiq, Serokê Partiya Sosyalist Demokrat a Kurdistanê Mihemed Hacî Mehmûd û hejmarek ji kesayetiyên siyasî û nivîskar amade bûn.

Serok Barzanî di merasîmê de gotarek pêşkêş kir û tê de got: “Belge wê yekê nîşan didin ku xebata netewa me ji bo mafên xwe yên rewa bû. Şanaziyê bi wê dikim ku ez xwendekarekî biçûk a wê dibistana mezin a Barzanî me.”

Serok Barzanî got: “Rêbaza Barzanî, rêbazeke pîroz e, lê mixabin me nikarî wê rêbazê bi xelkê din binasanda. Li ser destê Şêx Ebdulselam ê şehîd û birayê wî Şêx Ehmed, ev rêbaz hat damezirandin. Ew rêbaz li ser bingeha xwedêperestî û mirovdostî hatiye damezirandin û heta xweş in şanaziyê pê dikin. Di vê rêbazê de, dîn exlaq e, dîn û niştiman ji hev cuda nabin, di mirovatiyê de em hemû birayên hev in, têkoşîn li dijî zorderan ferz e. Parastina jîngehê, edaleta civakî, pêkvejiyana olî, firehkirina sînorê eşîrtiyê bo sînorê netewiyê ye. Hest bi şanaziyê dikim ku ez xwendekarekî biçûk ê vê dibistana mezin im.”

Pustên heman beş