Li nav koşka serokatiya Tirkiyê de dizî hat kirin, 7 kes hatin girtin ku 5 ji wan karmendên koşkê ne.
Malpera tirkî ya T24 ragehandiye, 5 karmendên koşka serokatiya Tirkiyê bi alîkariya du kesên din li nav koşkê de pêlîstokên zarokan, ku Erdogan di merasim û mîtîngan de bi ser zarokan de parve dikir, dizîne.
Li gorî agahiyan, ew tohmetbarên han niha hatine girtin û derheqê wan de sizayê giran yê zîndanê tê xwastin. Bo hinek ji wan zêdetirî 26 sal sizayê girtinê tê xwastin.
Tê gotin ku wan tohmetbaran 5 salan pêlîstok dizîne û bi otomobîlên fermî jî ji nav koşkê derxistin û birine derve firotine.
Çend rojên din dê dadgeha wan tohmetbaran dest pê dike.