Di êrîşa Kelarê de berpirsê PKKê Ferhad Şîblî hatîye kuştin

Di êrîşa Kelarê de berpirsê PKKê Ferhad Şîblî hatîye kuştin Rêxistina PKKê îro ragihand ku berpirsekê wan yê bi navê “Ferhad Şîblî” di êrîşa duh ya Kelarê de jiyana xwe ji dest daye. Medyaya PKKê îro roja şemî 18/6/2022ê ragihand ku di êrîşa Kelarê de ku duh roja înî ji hêla balafirên bê mirov yên dewleta Tirk ve hatbû encam dayîn, berpirsekê Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojihlata Sûryê bi navê “Ferhad Şîblî” jiyana xwe ji dest daye. Dest nîşan kir, “Ferhad Şîblî” cîgirê hevserokatîya konseya rêvebera Rêveberîya Xwesera bû, duh roja înî li navçeya Kelarê ya Silêmaniyê di encama êrşa dironeke Tirkiyê de jiyana xwe ji dest da. Duh17ê xizîranê li qezaya Kelarê ya Silêmaniyê dironeke Tirkiyê otomobîlek kirbû armanc û di êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û kesek jî birîndar bibû. Li gorî agahyên pêgeha Dije Terorê ya Herêma Kurdistanê kesên ku hatine armanc girtin, çekdarên ser bi rêxistina PKKê ve bûn.

Rêxistina PKKê îro ragihand ku berpirsekê wan yê bi navê “Ferhad Şîblî” di êrîşa duh ya Kelarê de jiyana xwe ji dest daye.

Medyaya PKKê îro roja şemî 18/6/2022ê ragihand ku di êrîşa Kelarê de ku duh roja înî ji hêla balafirên bê mirov yên dewleta Tirk ve hatbû encam dayîn, berpirsekê Rêveberîya Xweser ya Bakur û Rojihlata Sûryê bi navê “Ferhad Şîblî” jiyana xwe ji dest daye.

Dest nîşan kir, “Ferhad Şîblî” cîgirê hevserokatîya konseya rêvebera Rêveberîya Xwesera bû, duh roja înî li navçeya Kelarê ya Silêmaniyê di encama êrşa dironeke Tirkiyê de jiyana xwe ji dest da.

Duh17ê xizîranê li qezaya Kelarê ya Silêmaniyê dironeke Tirkiyê otomobîlek kirbû armanc û di êrîşê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dabûn û kesek jî birîndar bibû.

Li gorî agahyên pêgeha Dije Terorê ya Herêma Kurdistanê kesên ku hatine armanc girtin, çekdarên ser bi rêxistina PKKê ve bûn.

Pustên heman beş