PDK: Em Serokkomarê nû nas nakin; pêvajoya hilbijartinê neqanûnî ye

Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK), bi daxuyaniyeke tund helwesta xwe li dijî hilbijartina Serokkomarê nû yê Iraqê nîşan da. PDKê ragihand ku ew bi çi awayî îtîrafê bi rewatiya vê pêvajoyê nakin û kesê hatiye hilbijartin wekî nûnerê gelê Kurdistanê nabînin.
Mekteba Siyasî ya PDKê di daxuyaniya xwe ya fermî de ku roja Şemiyê (11ê Nîsana 2026ê) belav kir, bal kişand ser civîna Parlamentoya Iraqê û diyarkirina Serokkomar. PDKê destnîşan kir ku ev pêvajo bi binpêkirineke eşkere ya qanûn û peyrewa navxwe ya parlamentoyê bi rê ve çûye. Li gorî daxuyaniyê, Serokatiya Parlamentoyê bêyî li ber çavgirtina rêbazên qanûnî bernameya civînê diyar kiriye.
Di daxuyaniyê de hat tekezkirin ku posta Serokkomariyê milkê hemû gelê Kurdistanê ye, ne yê partiyeke taybet. PDK rexne li wê yekê digire ku berbijarê serkeftî (Nizar Mihemed Amêdî) li derveyî “mîkanîzma nîştimanî ya Kurdistanê” û tenê bi lihevkirina aliyekî siyasî û çend pêkhateyên din ên Iraqê hatiye sepandin.
PDK bi awayekî fermî ragihand ku ew kesê bi vî awayî bûye Serokkomar, wekî nûnerê piranîya xelkê Kurdistanê nas nakin û dê serederiyê ligel wî nekin. Her wiha hat diyarkirin ku piştî Fraksiyona PDKê civîn boykot kiriye, diviyabû navê berbijarê wan ji lîsteya dengdanê hatiba derxistin, lê ev yek nehatiye kirin.
Ji bo nirxandina vê krîza siyasî û diyarkirina helwestên bê, Mekteba Siyasî ya PDKê biryar da ku her du fraksiyonên xwe yên li Parlamentoya Iraqê û nûnerên xwe yên di nav hikûmeta federal de bangeşî Herêma Kurdistanê bike. Tê payîn ku piştî van civînan PDK biryarên girîngtir derbarê pêvajoya siyasî ya li Bexdayê bide.