NATO: Şerê Ukraynayê dê bi salan berdewam bike

nato-ukraine

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg di hevpeyvîneke xwe ya bi medyaya Almanî re got, “Divê em xwe ji bo rastiya dê şer bi salan berdewam bike amade bikin”.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg, li ser şerê Rûsya û Ukraynayê ya ku ji 24ê Sibatê ve berdewam dike, ji çapemeniya Almanyayê re daxuyaniyeke girîng da.

Stoltenberg diyar kir ku şandina çekên herî pêşketî ji bo artêşa Ukraynayê dikare bibe alîkar ku herêma Donbassê ji destê Rûsyayê were rizgarkirin û got, “Divê em xwe ji bo rastiya dê şer bi salan berdewam bike amade bikin. Divê em dev ji piştgiriya Ukraynayê bernedin. Her çend mesref zêde bin jî, divê em piştgiriya Ukraynayê bernedin, ne tenê ji bo piştgiriya leşkerî, ji bo bilindbûna bihayê enerjî û xwarinê jî”.

Stoltenberg di daxuyaniya xwe ya berî çend rojan de destnîşan kiribû ku ew li bendê ne ku di Lûtkeya NATOyê ya ku dê di dawiya vê mehê de li Madrîd a Îspanyayê were lidarxistin, li ser pakêta alîkariyê ya ji bo Ukraynayê lihevkirinek bê kirin.

Pustên heman beş