PKKê dewleta Tirk yan Herêma Kurdistanê gêj kirîye?

PKKê dewleta Tirk yan Herêma Kurdistanê gêj kirîye?

Komîta rêveber ya PKKê, îro daxuyaniyek pirr ecêb da, wê go: “me dewleta tirk gêj kirîye ew nikare xwe bilivîne”!, hema hinekî mabû bilindbûna şekra Erdogan jî weke destkeftîyek girîng îlan bike!.

Komîteya rêveber ya PKKê îro got: “Dewleta tirk bi derbên gerîlayan gêj bûye, ew nikare xwe bilivîne”, gelo em dipirsîn bi rastî jî PKKê kî gêj kir, herêma Kurdistanê yan dagirker? Heger destkeftî piştî 43 salên şer gêjbûna dewletê be, qey çi qas sal û zeman lazim in heta ku dewlet tê nîv rih kirin!.

Pêgeha “Darka Mazî” li sala 2020 zanyariyên herî hesas derbarê nexşerêya “PKKê û Tirkiyê” parvekir, tevî ku em li wê demê bi Mît hatin sûçbar kirin, lê belê tişta ku me li wê demê gotî çêbû, PKKê lutkeyên sitratîcî û çiyayên Behdînan yêk bi yêk li ser sêniyên zêr dane Tirkan, “Xamtîr, Zinara Kêste û Kurejar” mînakên zelalin, aniha PKKê Metîna xistîye nubetê, bi îhtîmaleke pirr mezin qonaxa pêş me ew jî bi derdê Zinara Kêste biçe.

Her ku diçe PKKe pêtir Tirkên dagirker kêşî kûrahiya xaka Herêma Kurdistanê dike, bi kurtasî her dera PKKe lê be, artêşa tirk li wê derê ye, berxwedana PKKe qala wê dike, 5 salan berê li xeta sînor bû, niha li gund û hawîrdora bajaran e, heger rewş wusa berdewam be, di nava sê salan de tirk wê ji sedî 50 ya xaka başûr dagîr bike, li wê çaxê yê ku nikare bilive wê gelê Herêma Kurdistanê be, ne dewleta tirk.

PKKe hewl dide xizmeta xwe ya jêr bi jêr bo Tirkiyê bi rîya medyayê bipeçine, heroj bi nûçeyên derew yên weke: “me ewqas esker ceza kirine, me ewqas helîkopter derbe dane, ewqas berxwedan geş kirîye û dagirker têk biriye” dixwaze gel bixapîne û hewl dide bazdana xwe û bi desveberdana lutkeyên stratejî yên Kurdistanê ji boy eskerê tirk veşêre.

Çapemeniya PKKê îro ji zarê endamekî komîteya navendî ya rêxistnê gotîye: “dewleta tirk bi derbe yên gerîlayan gêjbûye, nikare xwe bilivîne”!! Em dipirsin qey gêjbûna dewletê û ensolîna Erdogan dê xaka ku PKKê daye destê dewleta tirk vegerîne?

Her kurdek dizane PKKê di şerê xendekan yê 2015 de çi qas herêmên bakurê kurdistanê wêran kirin, nuke eynî tecrube li Herêma Kurdistanê dike, gundên Behdînan yê dibine qada şer, ji şênî û jiyanê vala dibin, qereqol û nuqteyên Tirkan lê tên çêkirin, loma pêwîste gelê herêma kurdistanê vê rastiyê bibîne û bi derewên PKKê neyê xapandin, duh Xamtîr û Zinara Kêste û îro Kurejar çûn, sibe Metîna, berxwedana PKKe dike berxwedana xendiqandin û dorpêça Herêma Kurdistanê ye, heger rewş wusa bdome û sînorek ji boy PKKê neyê danîn, di salên pêş me de wê tev Başûrê Kurdistanê jî weke navçeyên sînorî û Bakurê Kurdistanê bixe dest dewleta tirk û wan bîne ser serê gelê başûr û li wê çaxê yê ku nikare xwe bilivîne wê Kurdên belengaz bin, ne dewleta Tirka dagirker!!.

Pustên heman beş