Desteya Tehrîr El Şam dest danî ser hejmarek gundên Efrînê û naha nêzîk bajêr dibe

Desteya Tehrîr El Şam dest danî ser hejmarek gundên Efrînê û naha nêzîk bajêr dibe

Desteya Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra ya berê) piştî şer û pevçûnên bi grubên çekdar ên ser bi Tirkiyê re, hejmarek ji gundên Efrînê kontrol kirin û naha nêzîkî bajarê Efrînê bûne.

Jêderekî ji bajarê Efrînê ji K24ê re ragihand, ji şeva borî ve şerekî giran di navbera Desteya Tehrîr El Şam (Cebhet El Nusra ya berê) û gruba Feyleq El Şam de li aliyê başûr û rojavayê herêma Efrînê derketiye û Desteya Tehrîr El Şam destê daniye ser hejmarek ji gundan.

Li gor heman jêderî da zanîn, Desteya Tehrîr El Şam karî bajarokê Cindirêsê û gundên Dêrbelût, Dêwa û Til Silorê kontrol bike û heta gundê Xezewiye û Basûtê hatiye.

Li gor zanyariyan, çekdarên Feyleq El Şam ji gundên Basûfan û Baiyê yên navçeya Şîrawa û dergehê Xezawiyê ku herêmên Efrîn û Idlibê ji hev vediqetîne, vekişiyan û li şûna wan çeteyên Desteya Tehrîr El Şam bi cih bûn û gundên navçeya Şîrawa û Cendirês kontrol kirin.

Her li gor zanyariyên xwecihî, Desteya Tehrîr El-Şam hêzên mezin li gundên ku kontrola kirine bicîh kirine û amadekariya ketina bajarê Efrînê dike.

Ji aliyekî din ve, Tevgera Ehrar El-Şam ragihand, wê bi piştgiriya Heyet Tehrîr El-Şam gundê Eyn Dara yê li başûrê Efrînê kontrol kir, da ku kêmtirî 5 kîlometreyan dûrî bajarê Efrînê bikeve.

Li gor zanyariyan di encama şerê di navbera wan her du gruban de, ji bilî çekdaran, hejmarek ji kesên sivîl jî hatine kuştin û birîndarkirin.

Jêderan diyar kirin ku îro danê sibê artêşa Tirkiyê ji xalên xwe yên li derdora navenda bajarê Efrînê vekişiyaye baregehên xwe yên li nava bajêr.

Desteya Tehrîr El-Şam îro daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku wê li dijî herêmên di bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên girêdayî wê ve, dest bi operasyoneke berfireh kiriye.

Her wiha Desteya Tehrîr El-Şam di daxuyaniya xwe de bang li grubên Artêşa Niştimanî kir ku çekên xwe deynin û xwe radest bikin.

Pustên heman beş