Tu cara Kurd di bin hegemonya PKK/HDPê de pêşîya xwe nabînin!

Tu cara Kurd di bin hegemonya PKK/HDPê de pêşîya xwe nabînin!

Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê aliyên siyasî bi awayekî xwe ji hilbijartinan re amade dikin. Taybetî aliyên Kurd  piranî helwesta xwe ji bo hilbijartina û tifaqên Kurdistanî di mijara hilbijartinan de zelal nekirine. Aliyên Tirk bi gelek zanebûn hewldidin Kurda di kesayeta HDPê de nasbikin û bi vî awayî dengê kurda dinirxînin. Ev siyaset gelek bi zanebûn ji bo têkbirina hizrên netewî ji aliyê partiyên Tirkanve tê kirin.

HDP bi xwe rêjeya denga wek çekek mezin di destê xwe de bi kartîne. Yanî sibehî di hilbijartinan de ji bo navbera HDPê û aliyên din yên Kurdan de tifaqî ji bo hilbijartina pêkwerê, dê ev tifaq ne li ser prensîbên siyasî bê avakirin. Her cureyê tifaqa HDPê aliyên Kurdan re bike, dê li ser bazara çend parlementeran be.

Gerek li bakurê Kurdistanê Kurd bi awayek giştî têbigihin ku, PKK/HDP tu cara rêya destxistina mafê netewî yê rewa ji bo Kurda venake, û erka wan ewe ku bîr û baweriyên û hizrên netewî têkbibin û rêya dewletbûna Kurda heta di mejiyê xelkê de jî,bi temamî asteng bikin. Bawer bikin heta ku Kurd aliyên xwe yên siyasî ve, rewşenbîrên xwe ve, akilmend û kesayetan ve, vê rastiyê tênegihin û nebînin tu cara ew ji bo azadiya netewî gavekî pêşiya xwe nabînin.

Hevserokê HDPê Mithat Sancar di kongreya HDPê ya Mêrdînê de axavtinek kir . Sancar dibêje: Tecrîda li ser Abdullah Ocalan pêk tê encama polîtîkayên înkarê ye. Em vê yekê dizanin, heke em çareseriyekê dixwazin, aştiya mayînde li welat pêk were, komar demokratik bibe, hemwelatîbûna azad û wekhev pêk were, divê em têbikoşin ku hemû astengiyên li pêşiya çareseriyê bên rakirin. Yek ji astengiyên herî girîng ên li pêşiya çareseriyê jî tecrîda li Îmraliyê ye.

Wek tê zanîn eve demek dirêje taybetî li bajarên Ewropa ji bo kaşo “Tecrît” li ser Ocalan rabe çalakî têne li darxistin. Niha gelek bi zanebûn her tişt “Tecrît” a ser Ocalan ve tê girêdan.  Tecrîtek li ser Ocalan heye tuneye ne zelal e. Di vê derbarê de gelek agahdarî hene. Ji aliyek din ve ji bilî dezgehê MITê eve demek e hinek pisporên AK Partiyê serdana Îmralî dikin û li gel Ocalan dicivin.

Eve çendeke deng wek berê rojane ji Demirtaş dernakeve, ev hemû di çerçoveya projeyekî de tê rêvebirin.

AK Partî û Erdogan ji bo hilbijartinan de serbikeve, her rêyekî diceribîne û dê awayê bixwaze Ocalan bi karbîne. Serdikeve, sernakeve ev bazarek din e.

Axavtina Mithat Sancar de jî sînyalên vê yekê hene. Madem her tişt bi “tecrît”kirina Ocalan ve hatiye girêdan, dê Ak Partîd, di çerçoveya leyiztika tê kirin de, “Tecrît”ê li ser Ocalan rake. Dê hevdîtinên Ocalan û HDPê destpê bikin.

Ak Partî hewlek mezin dide ku, projeya CHPê ya li ser Selahattin Demirtaş hatî avakirin pûç bike.

Cardin eger Mirov li serî vegere, ya pêwîst ji bo partiyên Kurda yên ku îdia dikin li ser xetek netewî û Kurdistanî siyasetê dikin,vê rastiya PKK/HDPê tê bigihin û li gora wê siyasetê bi prensîbên netewî û Kurdistanî bikin.

Heta Kurd çi siyasî û çi komeleleyatî di bin hegemonya PKK/HDPê de tevbigerin ji bo Kurda tu destkevtiyekî destve naynin û tenê dibin asteng di rêya dewletbûna Kurdan de.

ROJEVAKURD

Pustên heman beş