Li navçeyeke Rêveberiya Xweser 13 leşkerên Sûriyê hatin kuştin

syria-army-13-riqqa

Li sînorê parêzgeha Reqayê ya ser bi Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê 13 leşkerên Sûriyê hatin kuştin.

Ajansa fermî ya Sûriyê SANA di nûçeyeke bilez de ragihand, Li Reqayê di “êrîşeke terorîstî” bo ser otobusekê de 13 leşkerên artêşa Sûriyê hatin kuştin.

Di êrîşê de herwiha du leşkerên Sûriyê jî birîndar bûne.

Li gor agahiyan, êrîş li Cebel Buşra ya li gundewarê Reqayê pêk hatiye, hêj nehatiye diyarkirin êrîş ji aliyê çi aliyekî ve hatiye pêkanîn.

Pustên heman beş