Îbrahîm Kalin: Swêd wê qanûneke nû ya li “dijî terorê” derxîne

Îbrahîm Kalin: Swêd wê qanûneke nû ya li “dijî terorê” derxîne

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin diyar kir, Swêd wê qanûneke nû ya li “dijî terorê” derxîne.

Li Brukselê civîna hevpar a Tirkiye, Swêd û Fînlandayê ku serlêdanên wan ên endamtiya NATOyê bi îdîaya ku piştgiriyê didin PKKê asteng kiriye hat lidarxistin. Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin piştî hevdîtinê daxuyaniyek da û got: “Swêd wê yasayeke nû ya li dijî terorê derxîne.”

Îbrahîm Kalin da zanîn, wê gotûbêjên derbarê fikarên Tirkiyê yên serîlêdanên Fînlanda û Swêdê ji bo NATOyê bidomin, Lûtkeya Madrîdê wê ne dîroka dawîn be.

Kalin eşkere kir, wan ji bo nûnerên Fînlanda û Swêdê gotin, NATO hevpeymaniyeke ewlehiyê ye û welatên ku dixwazin bibin endamê wê hevpeymaniyê, mecbûr in ku peymana NATOyê tam bi cih bînin û fikarên ewlehiyê yên ku welatên endam bi cih bînin.

Kalin destnîşan kir, aliyên hevdîtinê ji dil bûn û wê hevdîtinên bi vî rengî berdewam bikin û got, di pêvajoya pêş de faktora diyarker wê gavên berbiçav ên her du welatan bin.

Herî dawî Kalin da zanîn, ew li bendê ne ku Swêd derbarê “çalakiyên PKKê yên li Swêdê” de gavên lezgîn bavêje û got, di vî warî de ji rayedarên Swêdî daxuyaniyên erênî bihîstine, ji 1ê Tîrmehê pê ve qanûneke nû ya “têkoşîna li dijî terorê” wê bikeve warê cîbicîkirinê. Tiştê ku qewimî ev e, wî got, ew ê di pêşerojê de bibîne.

Pustên heman beş