Îlham Ehmed li dijî Swêdê behaneyên zêdetir dide dest Tirkiyê

Îlham Ehmed li dijî Swêdê behaneyên zêdetir dide dest Tirkiyê

Hevseroka MSDê Îlham Ehmed got ku rêveberiya xweser têkilyên xweyên xurt bi Swêdê re hene.

Swêdê bi rêya rêxistinên alîkariyê piştigrî da rojava û wezîra derveya Swêdê jî çend caran pêşwazyê li rayedarên rêveberiya xweser kir.

Piştî gefên Rûsyayê ji bo ku Swêd bibe endama Natoyê pêwîstî bi erêkirina Tirkiyê heye. Lê belê, Enqere ji Stockholm dixwaze ku di berdêla erêkirina wê da PKKê weke rêxistinek terorîstî qebûl bike û rêgiriyê li çalakiyên wê yên li Swêdê bike û bi ti awa alîkariya wê û rêxistinên din yên ser bi wê ve neke.

Hevseroka desteya Rêvebera Encûmena Sûriya Demokratîk (MSDe) Îlham Ehmed di hevpeyvîna xweya di medya dewletê ya Rûsyayê “Russia Today” da got ku ew bi Swêdê re xwedî têkilîyeke pir başin.

Îlham Ehmed dibêje “em di pêwendiyê da ne û têkilîyên me yên xurt bi hikûmeta Swêdê re hene, li ser wê yekê ku em weke encûmena Sûriyeya demokratîk pêkhateyeka siyasî li Sûriyê ne. Em bi berdewamî di nav pêwendî û danûstandinan de ne û em hêvîdarin ku di vî warî da çi reftarên xerab dernekevin.”

Rayedarên rojavayê kurdistanê dan zanîn ku Stockholm bi dehan milyon dolaran alîkariya aborî bi rêya rêxistinên kurd û biyanî daye herêmê. Tirkiyê îdîa dike ku ev piştgirî ji bo çekdarên PYDê ku beşekin ji PKKê hatiye şandin, Tirkiye vê yekê wek metirsiyek li ser ewlehiya xweya netewî dihesibîne.

Li aliyê din Swêd jî piştgirya rasterasta ji bo PYDê red kir û got ku ev alîkarî ji bo rêxistinên mirovî yên ku li sûryê kar dikin tên dayîn.

Pustên heman beş