Asayîşa PYDê du Şervan tasifye kirin û li bere weke şehîd îlan bike

çekdar - egit - pyd-pkk-rojava-kurdistan-bakur-derk-asaish-qandil

Partîya Yekêtîya Demokratîk PYDê, du Şervanên Kurd yên HSDê tasifye kirin û ji boy veşartina vê tewana xwe, rojên pêş me wê wan weke şehîd îlan bike.

Pêgeha “Darka Mazî” ji çavkanên xwe yên teybet zanî ku Asayîşa PYDê li meha nîsana îsal 2022 du Şervanên Hêzên Sûryaya Demokratîk bi kod navên “Egit û Çekdar” li sînorê qezaya Dêrkê ya Rojava Kurdistanê kuştine, piştire cesedên wan veguhestin edlîya nexweşxaneya Dêrkê.

Çavkaniyên me ku wêneyên van du Şervanan bi dest xistine eşkere kirin, Asayîşa PYDê ji bo ku vê tewana xwe veşartî bihêle û tasfîye kirina wan Şervanan weke tewaneke kuştinê ya asayî nîşanî gel bide, dixwaze rojên pêş me wan weke şehîd îlan bike û merasîmekê ji boy çêbike.

Li gorî agahiyên ku bi dest me ketine, “Egit û Çekdar” yên ku ji hêla Asayîşa PYDê ve hatine tasifye kirin ji Bakurê Kurdistanê ne û wan di nava refên HSDê de berpirsyarî û erk hebûne.

Asayîşa PYDê, fermanên xwe raste rast ji rêveberîya PYDê distîne û her wiha bi telîmatên Qendîlê tev digere, li du salên rabûrî bi dehan tewanên hemawa yên tasfîye kirina kadiro û Şervanên YPGê û HSDê û her wiha kadiroyên partiyên Kurdistanî li Rojava welat encam dane.

Pustên heman beş