Guman tê kirin PKKê bi xwe fermandeya xwe Delal Ezîzoglu dabe kuştin

Guman tê kirin PKKê bi xwe fermandeya xwe Delal Ezîzoglu dabe kuştin

Çavdêrekî siyasî dibêje, PKK gelek caran fermandeyên xwe dide kuştin û kuştina wan jî vedişêre. Mînaka wê jî fermandeya PKKê ya bi navê Delal Ezîzoglu.

Duhî ajansa Anadolu ya Tirkiyê ragehand, MÎTa Tirkiyê di operasyoneka taybet de li parêzgreha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê fermandeyeka PKKê bi navê Delal Ezîzoglu (navê wê di nav PKKê de Raperîn bûye) kuştiye.

Nivîskar û çavdêrê siyasî Hamîd Gewherî li ser vê mijarê nivîsek nivîsiye û bi guman li kuştina wê çekdara PKKê nihêriye û gotiye: PKK çima kuştina Delal Ezîzoglu vedişêre!?

Hamîd Gewherî gotiye, bi gumana herî mezin, PKKê ew fermandeya xwe daye kuştin ji ber ku ev ne cara yekê ye tiştekî wisa rû dide. Di heyama çend rojên borî de ev sêyemîn car e PKK xiyanetê li serkirde û kadroyên xwe dike û wan dide kuştin.

Wî nivîskar û çavdêrê siyasî daye zanîn, heta niha PKKê tiştek li ser kuştina Delal Ezîzoglu negotiye. Ev nîşan dide ku kuştina wê fermandeyê û du kadroyên din bi guman e û bi sîxurtiya berpirsên PKKê hatine kuştin.

Hamîd Gewherî behsa du êrişên din dike û dibêje, roja 15 vê mehê dronên Tirkiyê civîneka veşartî ya PKKê li nahiya Sinûnê ya Şingalê kirin armanc. Di wê êrişê de gelek kuştî û birîndar hebûn. Roja 17 vê mehê jî otomobîleka PKKê li Kelarê rastî êrişa dronên Tirkiyê hat. Di wê êrişê de jî berpirsekî PKKê bi navê Ferhad Şîbilî, ku xelkê Rojavayê Kurdistanê bû, hat kuştin. Ji bilî berpirsên pilebilind yên PKKê ti kesî nizanîbû ew hatiye Başûrê Kurdistanê.

Pustên heman beş