Li devera Germiyan fermandeyekî Pêşmerge di rûdana tirafîkê de canê xwe ji dest da.
Polîsê Germiyan ragehandiye, îro li ser rêya bajarên Kelar û Kifrî, otomobîleka serbazî wergeriya.
Polîs daye zanîn, di wê rûdanê de ku li nêzîkî nahiya Serqela rû daye, fermandeyekî Pêşmerge bi navê Arî Mihemed Tofîq (52 salî) û xelkê bajarê Silêmaniyê canê xwe ji dest da.
Hat gotin ku termê wî fermandeyê Pêşmerge teslîmî nojdariya dad ya Kelarê hatiye kirin.