Tirkiyê 5 gundên Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin

turkey-tank-efrin-syria

Hêzên Tirkiyê pênc gundên ser bi bajarokê Şêrawa ya herêma Efrînê û bajarokê Til Temir a Hesekê ve topbaran kirin.

Li gor çavkaniyên nêzîkî Rêveberiya Xweser, hêzên Tirkiyê gundên Tinib, Kiştar, Ebîn û Soxankê yên ser bi nahyeya Şêrawa ya Efrînê topbaran kirine.

Herêma Efrînê herêmeke Rojavayê Kurdistanê ye ku ji adara sala 2018an ve di bin dagirkeriya Tirkiyê de ye. Ji herêma Efrînê tenê 12 gundên ser bi bajarokên Şêrawa û Şera di kontrola hêzên Kurdî de mane ku bi berdewamî ji aliyê hêzên Tirkiyê ve tên topbarankirin.

Hêzên Tirkiyê û komên çekdar herwiha gundê Til Tewîl ê li sînorê bajarokê Til Temir li bakurê rojavayê Hesekê topbaran kirine.

Di encama topbaranên li ser wan gundan de, zerarên maddî gihîştiye mal û milkên gundiyan.

Di herdu rojên 24 û 25ê Hezîranê de jî, hêzên Tirkiyê gundên Şêrawa ya Efrînê topbaran kiribûn, her di heman rojan de hêzên Tirkiyê gundên Til Tewîl û Um el-Kêf li gundewarê Til Temirê topbaran kiribûn.

Pustên heman beş