Li Diyarbekirê doza kuştina Mehmet Sîncar birêve çû

Li Diyarbekirê doza kuştina Mehmet Sîncar birêve çû

Li Dadgeha Diyarbekirê 8emîn rûniştina doza kuştina Parlementerê Partiya Demokrasiyê (DEP) Mehmet Sîncar birêve çû. Doz, ji bo 12ê Kanunê hat paşxistin. Malbata Mehmet Sîncar ragihand, heta ku ew bigihin encamekê dê dest ji têkoşîna hiqûqî bernedin.

Li 6emîn Dadgeha Sizayê Giran ya Diyarbekirê, 8emîn rûniştina doza kuştina parlementerê DEPê Mehmet Sîncar ku di 1993yan de li Êlihê hat kuştin, birêve çû. Şandeya dadgehê hemû daxwazên malbat û parêzeran red kir. Rûniştina dozê bo 12ê Kanûnê hat paşxistin.

Piştî rûniştinê, malbata Mehmet Sîncar, parêzerên malbatê, rêveberên rêxistinên civaka sivîl û siyasetmedarên HDPê li ber dadgehê daxuyaniyek dan.

Cîhan Sîncar a hevjîna Mehmet Sîncar got; ji bo ku bûyer ronî bibe heta niha ji aliyê rayedarên Tirkiyeyê ve ti gav nehatine avêtin. Cîhan Sîncar amaje kir ku; dê têkoşîna wan ji bo hemû kuştinên kiryar nediyar dewam bike.

Peyvdara HDPê Ebru Gunay jî rexne li polîtîkayên desthilatdariyê girtin û got; divê li parlementoyê komîsyonek bê avakirin û derbarê kuştina Mehmet Sîncar de lêpirsînek bê kirin û ev bûyer ronî bibe.

Parlementerê DEPê yê Mêrdînê Mehmet Sîncar, di 1993an de ji bo ku derbarê kuştinên faîl nediyar de lêkolînê bikin li gel 6 parlementeran serdan bajarê Êlihê kiribû. Şandeya parlementeran hatibû gulebarankirin û Mehmet Sîncar û endamekî DEPê hatibûn kuştin.

Pustên heman beş