Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand, leşkerekî wî welatî li navçeya Operasyona Pence-Kilîdê di encama êrîşeke PKKê de hatiye kuştin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Berevaniya Tirkiyê, operasyona Pence-Kilîd a artêşa wî welatî li navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyan di nav axa Herêma Kurdistanê de berdewam e.
Di daxuyaniya wezaretê de hatiye gotin, di berdewamiya operasyonê de efserekî artêşa wî welatî bi pileya Çawişê Pispor ê bi navê Abdullah Bayram îro 28ê Hezêranê di encama êrîşeke PKKê de hatiye kuştin.
Artêşa Tirkiyê ji 17ê Nîsana îsal ve operasyoneke nû li dijî PKKê bi navê Operasyona Pence-Kilîd dest pê kiriye ku heta niha berdewam e.
Operasyona Pence-Kilîd, navçeyên Metîna, Zap û Avaşîn-Basyanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de li xwe digire.