Di ser darvekirina Şêx Seîd re 97 sal derbas bûn

Şêx-Seîd-efendi

Fermana darvekirina Şêx Seîd Efendî û 46 hevrêyên wî 28ê Hezîran a 1925an hat dayîn û 29ê Hezîranê jî li meydana Deriyê Çiyê yê Diyarbekirê hatin şehîdkirin.

Şêx Seîd an jî Şêx Seîdê Pîranî (z. 1865 li Qollhêsara Xinûsê Erzîrom − m. 29 pûşper 1925 li Amedê), şêxê neqşîbendî, pêşawa û şoreşgerê Kurd bû. Di sala 1925an de li bakurê Kurdistanê Serhildana Şêx Seîd daye destpêkirin.

Li hemberî zordarî û xiyanetên rejîma kemalîstan kalê Şêx Seîd di 13ê Sibata 1925an de serî hilda û dest bi rizgarkirina bajarên bakurê Kurdistanê kir ku bi mehan bajarê Diyarbekirê ji aliyê hêzên Kurd ên bi rêbertiya Şêx Seîd de hat dorpêçkirin.

Piştî ku bajarê Amedê nehat radestkirin, bi biryara şûraya bizava Şêx Seîd dorpêç hat rakirin û têkoşerên Kurd pêl bi pêl derbasî Başûr û Rojavayê Kurdistanê bûn.

Rêberê serhildanê Şêx Seîd û 49 hevalên wî ji bo derbasî Başûr bibin, bi rojê xwe diveşartin û bi şev dimeşiyan. Armanca wan berdewamkirina cenga awarte û xeyrî nîzamî bû. Lê belê bi xiyaneta bacenaxê Şêx Seîd ê Serdar Qasim (Qaso), serokên serhildanê, Şêx Seîd û hevalên wî hatin dîlgirtin.

Di 10ê gulana 1925an de, Şêx Seîd û hevrêyên wî derxistin pêş Dadgeha Serxwebûnê ya Rojhilatê (Şark İstiklal Mahkemesi) ya Diyarbekirê û nêzîkî pêncî rojan darizandina wan dewam kir.

28ê Hezîrana 1925an derbarê Şêx Seîd û 47 hevalên wî de biryara darvekirinê (îdam) hat derxistin û ji bo 2 kesan jî cezayê muebetê hat sepandin.

Piştî biryara dadgeha Tirkiyê 28 hevrêyên Şêx Seîd Efendî di heman rojê de û Şêx Seîd û 18 hevrêyên wî yên din jî 29ê Hezîrana 1925an li meydana Deriyê Çiyê ya Amedê hatin darvekirin.

Dewletê Şêx Saîd digel 46 hevalên wî di 28 û 29ê Hezîrana 1925an de li Qada Deriyê Çiyê ya Amedê bi darve kir ku di heman salê de Plana Islahata Şerqê ya “Komkujiya spî” li dijî Kurdan da destpêkirin.

97 sal berê bi şikandina serhildana Şêx Seîd Efendî re polîtîkayên asîmlasyonê (bişaftin) yên li ser ziman, çand û dîroka Kurdan bi xurtî hate meşandin ku hê jî beşek mezin ji wê siyaseta ku bûye îdeolojiya dewletê ya dijî kurd berdewam dike.

Bi van darvekirin û pêşxistina êrîşên li dijî Kurdan dewletê difikirî ku wê pirsgirêka kurd bi dawî bibe. Lê belê piştî hereketa Şêx Seîd jî serî hildana Kurdan û ji bo welat, maf û azadiyên xwe berdewam kir ku ta roja îroyîn jî bi nav û tevgerên cuda Kurd li hemberî zilm û zordestiya dewleta Tirk têkoşîna xwe ya rewa bênavber didomînin.

Lîsta kesên digel Şêx Seîd hatine îdamkirin:

  1. Şêx Seîd Efendî (Şêxê Neqşîbendî ji Pîranê)

  2. Şêx Ebdullahê Melekanî (Fermandarê eniya herêma Mûşê)

  3. Kamil Beg (Kurê Xalid Begê Tokliyanî)

  4. Baba Beg (Birayê Kamil Beg)

  5. Şêx Serîf (Fermandarê eniya Elezîzê)

  6. Feqî Hesen Fehmî (Fermandarê înzîbatan ji eşîra Ziktê)

  7. Hecî Sadiq (Wezîfedarê li navçeya Gencê/Valêrliyê ya Cewligê)

  8. Şêx Îbrahîm (Miftî)

  9. Şêx Elî (Li eniya Xarpêtê wezîfedar)

  10. Şêx Celal (Li eniya Xarpêtê)

  11. Şêx Hesen

  12. Mihemed Beg (Li Diyarbekir û Licê fermandar)

  13. Mistefa Beg

  14. Salih Beg

  15. Şêx Ebdullah

  16. Şêx Omer

  17. Şêx Adem

  18. Qedrî Beg (Fermandarê inzîbatên li Madenê

  19. Mele Mehmudê Pîranî

  20. Şêx Şemsedîn (Fermandarê Farqînê)

  21. Şêx Îsmaîl (Diyarbekir)

  22. Şêx Ebdulletîf (Diyarbekir)

  23. Mele Emîn (Eniya Gimgim)

  24. Elî Ereb Ebdî Beg

  25. Mihemed Beg (Kurê Xelîl Beg)

  26. Silêman Beg (Katibê Şêx Şerîf kurê Hesen Beg)

  27. Mela Cemîl (Eniya Xarpêtê)

  28. Silêman Beg (Çewlig)

  29. Silêman Beg (Eniya Kixiyê kurê Şerîf Beg)

  30. Tahir Beg (Katibê Feqî Hesen Fehmî)

  31. Mehmud Beg (Kurê Mistefa Begê ji Hênê)

  32. Şêx Elî (Eniya Gimgimê, kurê Şêx Musa)

  33. Hecî Xalid (Eniya Gimgimê ji Balikanê)

  34. Timur Axa (Eniya Gimgimê)

  35. Ebdulletîf Beg (Kurê Kamil Begê Xinisî)

  36. Mihemed Beg (Mûş)

  37. Silêman Beg (Eniya Gimgimê)

  38. Bahrî Beg (Eniya Gimgim)

  39. Şêx Cemîl (Ji Zorabadê)

  40. Yusuf Beg (Kurê Silêman Begê Çapakçurî)

  41. Elî Badan Beg (Çewlig/ ji eşîra Yamaçê)

  42. alid Beg (Eniya Gimgimê)

  43. Xalid Beg (Kurê Nadir Beg, eniya Xarpêtê)

  44. Tahir Beg (Kurê Mihemed Beg)

  45. Teyib Elî Beg (Midûrê Nehiyê)

  46. Çerkez (Xizmetkarê Şêx Seîd kurê Yusuf)

  47. Hamidê Cenderme

Pustên heman beş