Tirkiyê êrîşê PKKê kir û 6 çekdar kuştin

pkk-turkey-pence-kilid

Artêşa Tirkiyê ragihand, balafirên cengê liv û tevgerên PKKê li herêma operasyona “Pence – Kilît” bordoman kirine, 6 çekdarên rêxistinê hatin kuştin.

Wezareta bergiriyê ya Tirkiyê li hesaba xwe ya Twitter ê belav kir ku di operasyona “Pence – Kilît” de, duh roja çarşembiyê 29\6\2022ê liv û tevgerên PKKê hatine bordoman kirin, di êrîşê de 6 çekdarên rêxistinê hatine kuştin.

Wezareta bergiriyê cîhê ku êrîş lê pêkhatî dest nîşan nekir, hemwext rêxistina PKKê li derbara ji dest dayîna 6 çekdarên xwe tu agahî nedane.

Pustên heman beş