PKKe ziyanên can ji destdana rêveber û hêzên xwe vedişêre

PKK ziyanên can ji destdana rêveber û hêzên xwe vedişêre

Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) amarên kuştiyên xwe û bi taybet jî can ji destdana rêveberên xwe vedişêre û fermandarekî berê yê PKKê jî amaje bi wê yekê dike ku PKK naxwaze amarên kuştiyên xwe ji bo xelkê aşkera bike.

PKK wekî ku amarên kuştiyên xwe vedişêre, piştî ragehandina Tirkiyê ku dibêje ewqas rêveber û endamên PKKê hatine kuştin, PKK amaran belav dike.

Vê derbarê de fermandarekî berê yê PKKê yê bi navê Mehmûdê Reş ji BasNewsê re ragehand: ‘’Belê PKK amarên kuştina rêveberên xwe ji xelkê vedişêre û beşek ji rêveberên wê hatine kuştin û heta naha jî behs nakin.’’

Herwaha got: ‘’Beşekî piraniya wêne û vîdyoyên wan gerîlayan belav dikin ku hatine kuştin û ew wêne û vîdyo yên berî 2-3 salan in. naxwazin rastiya xwe ji xelkê re bibêjin û beşek ji kuştiyan yên wan malbatanin ku bi zorê birine Qendîlê, yan jî reviyane, ji bo ku nerazîbûn li dijî PKKê çênebe wan amaran belav nakin.’’

Mehmûdê Reş got: ‘’Ev siyaseta kirêt bûye sedem nîgeranî nav xelkê de çêbe. Beşek piraniya wan kesên diçin nav wan, piştre winda dibin, gelek guman çêbûne, ku beşek ji wan hatine kuştin û behs nakin. Beşek jî winda ne û çarenivîsa wan nediyar e.’’

Pustên heman beş