Tirkiyê berpirseke paye bilind a PKK’ê li Garê kuşt

Tirkiyê berpirseke paye bilind a PKK’ê li Garê kuşt

MÎTa Tirkiyê kuştina berpirseke bilind a PKK’ê li çiyayê Garê yê Başûrê Kurdistnê ragihand.

Dezgeha Hewalgiryê ya Tirkiyê ragihand, di operasyonekê de li Çiyayê Garê endama Civata Serbazî ya Hêzên Parastina Gel (HPG) û Yekîniyên Jina Azad a (YJA-STAR) Xanim Demîr a bi nasnavê Berfîn Nurhaq hatiye kuştin.

Demîr Xanim kî ye?

Xanim Demîr di salên 1990’î de tevlî PKK’ê bû. Di salên 2000î de derbasî Qendîlê bû û di nava rêxistinê de bi lez rabû.

Di sala 2014’an de weke berpirsyara YJA-STAR’ê derbasî Şengalê bû. Di sala 2017’an de bû endama meclîsa rêxistina jinan a rêxistinê.

Xanim Demîr ku di nava rêxistinê de erkên girîng girt ser xwe, di sala 2018’an de bû Seroka Rêveberiya Herêmên Parastinê yên Medyayê. Di sala 2019’an de bû endamê Desteya Rêveber a YJA-STAR’ê, piştire bû endama Konseya HPG’ê.

Pustên heman beş