Şaxewan Ebdula biryara Rakan Cibûrî da hilweşandin

Şaxewan Ebdula biryara Rakan Cibûrî da hilweşandin

Cîgirê duyem ê Serokê Parlamentoya Iraqê aşkera kir, ew nivîs hatiye hilweşandin ku ji bo bêbeş kirina wan malbatên kurd hatibû derxistin ku xaniyên wan ne tapo ne.

Îro 04.07.2022yê cîgirê duyem ê Serokê Parlamentoya Iraqê Şaxewan Ebdula ku ser bi PDKê ye, di tora xwe ya civakî facebookê de belav kir: ‘’Piştî ku nivîsa parêzgerê Kerkûkê yê bi wekalet geheşt destê me, ku ji bo bêbeş kirina wan malbatên kurd, ku xwedê girawî malên wan ne tapo ne û forma xorak û karta niştecîhbûnê  divê bê hilweşandin, rasterast em hatin ser xetê.’’

Herwaha aşkera kir: Ew nivîs hatiye hilweşandin û bi ti awayekî kar pê nayê kirin.’’

Berî niha parêzgerê sepandî Rakan Cibûrî bi nivîsekî ragihandibû, lijneyek pêkaniye ji bo dûvçûnê li ser karta zanyariya niştecîhbûnê li Kerkûkê bike, ku ji bo wan aşkera bibe ewên ku li Kerkûkê niştecîh in û ewên ku li derveyî Kerkûkê ne û karta wan kesên derveyî Kerkûkê dê bê hilweşandin û forma wan a xorakê jî dê bê hilweşandin.

Ev pêngava parêzgerê sepandî yê Kerkûkê wek siyaseta ereb kirinê ya herî metirsîdar dihate pênase kirin, ku bi dehan hezar hemwelatiyên kurd li Kerkûkê, ji ber rewşa xirab a ewlehiya parêzgehê, yan jî ji ber her sedemekî din be, ku karta wan a zanyariyê ya Kerkûkê ye, lê koçber bûne û li Herêma Kurdistanê niştecîhbûne. Ew hemû li gor wê biryara parêzgerê sepandî yê Kerkûkê dê karta wan a zanyariyê ji wan bê standin.

Pustên heman beş