Ji bo rûbirûbûna her êrîşeke nû ya artêşa Tirkiyê, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û rêjîma Sûriyê gihîştin lihevkirinekê.
Rêveberê Navenda Ragihandinê ya HSDê Ferhad Şamî di hevpeyvînekê bi “Al Arebia. net” re ragihand, di navbera HSD û artêşa Sûriyê de têgihîştineke çêbûye ji bo rûbirûbûna her hewleke dagîrkirinê ya Tirkiyê.
Şamî her wiha diyar kir, tiştê di navbera HSDê û Şamê de çêbûye, ne rêkeftineke nû ye, lê belê têgihîştineke leşkerî ji bo rûbirûbûna her êrîşeke plankirî ya Tirkiyê ye.
Da zanîn jî: “Piştî têgihîştina ku şeva borî pêk hatiye, şeva borî 550 leşkerên rejîmê gihiştin herêmên HSDê û li bajarokê Eyn Îsa, derdoa Bab, Minbic û Kobanê bi cih bûn”.
Bal kişande ser wê yekê ku “eger Tirkiye êrîşek bike, ev leşkerên rêjîmê dê li kêleka encûmenên leşkerî yên girêdayî HSDê şer bikin”.