Çeteyên PKKê zarokeka din a Kurd revandin

Sîmav Mihemed Zekî Mistefa

Çeteyên PKKê yên bi navê Ciwanên Şoreşger ku li Rojava Kurdistanê karê revandina zarokan û tirsandina gel ji boy PKKê encam didin, keçeka din a 14 salî revand û birin serbazgehên bi zor.

Rêxistina Ciwanên Şoreşger ku li jêr fermanên raste rast yên Cemîl Bayîk û çavdêriya Şahîn çîlo li Rojava Kurdistanê tev digere, zarokeke din ji bajarokê Girkî Ligî yê ser bi Dêrka Rojava Kurdistanê revand û birin serbazgehên bi zor yên HSDê û YPGê.

Li gorî agahiyên destê me, ev keç bi navê Sîmav Mihemed Zekî Mistefa ye, temin 14 sale wexta ew ji dibistanê vedgerî malê ku xuleke perwerdê a pola 9ê hebû, çeteyên Ciwanên Şoreşger revandin.

Hêjay gotinê ye, berya çend rojan çeteyên PKKê keçeka din a 14 sal bi navê “Xezal Mihemed Mela Mehmûd” ji bajarê Qamişlo li ser rîya dibistanê revanidbû.

Pustên heman beş