Li 2020 dane kuştin û îro miri wan ragihand

pkk-zarok-gerila-kurdistan-turkey

Rêxistina PKKê îro nasnameya 4 ciwanên Kurd eşkere kir ku du salan berê bi destê artêşa dewleta Tirk dane kuştin û paş derbasbûna du salan ji nû mirina wan ragihandiye.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê, îro roja çarşemî 6\7\2022ê nasnameya 3 ciwan û keçeka Kurd eşkere kirin ku li îlona sala 2020ê li Botanê bi destê artêşa dewleta Tirk dane kuştin û paş derbasbûna du salan ji nû mirina wan ragihandiye.

Navên van ciwanan wisaye:

“Zozan, Rizgar, Murat û Ebdulqadir ku ji bajarên Êleh, Colemêrg, Sêrtê û Wanê yên Bakurê Kurdistanê ne”.

Rêxistina PKKê her li navbera çend rojan nav û wêneyên komên ciwanên Kurd eşkere dike yên ku li salên berê feda kirîn û paş derbasbûna çend salan ji nû tê û dibêje me hevalên xwe wenda kirin!.

Pustên heman beş