Rêveberiya Xweser “rewşa awarte” radigihîne

Rêveberiya Xweser “rewşa awarte” radigihîne

Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ji ber gefên berdewam ên Tirkiyê û armanckirina sivîlan û jêrxaneyê bi hemû cureyên çekan, rewşa awarte ji bo hemû hemû herêmên Rêveberiya Xweser ragihand.

Hevserokatiya Giştî ya Rêveberiya Xweser îro 6ê Hezîrana 2022an di daxuyaniyekê de ragihand, ji ber berjewendiya giştî gefên berdewam ên Tirkiyê, armanckirina sivîlan û jêrxaneyê bi hemû cureyên çekan û niyaza wê ya dagîrkirina xaka Sûriyê, bi armanca guhartina demografiya herêmê û koçberkirina sivîlan, civîneke awarte hate kirin û hin biryar hatin dayîn.

– Ragihandina rewşa awarte li seranserî Bakurê Rojhilatê Sûriyê.

– Ji hemû encûmen, komîte û saziyên Rêveberiya Xweser tê xwastin plana awarta ji bû rûbirûbûna gef û rikberiyan amade bikin.

– Hemû karîn bikevin xizmeta gel ji bo rûbirûbûna her êrîşekê li ser herêmên Rêveberiya Xweser û divê projeyên pêşîne yê encûmenên cibicîkar ên Rêveberiya Xweser, ji bo rûbirûbûna van gefan bin.

Pustên heman beş